Çoloê Silo - Gewrê
wêneyê hunermendî:ê 7 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Çoloê Silo - Gewrê

Êlê gewra min gewr e,
Êrê gewrê me derketiye piltek ewrê reş û tarî,
Êrê kawê me derketiye piltek ewrê reş û tarî,
Nizam bextê mi bû tara dilê te bû, wê girtiye,
Ser de pif kiriye kuliyê berfikê lê berfaneke hûr dibare, lê gewrê.
Êrê gewrê, kavilê gundê me Bibyan e,
Êrê kawê, kavilê gundê me Bibyan e,
Gelo malî gundîno, gewram çavê reş kil dane,
Bisk û guliyê xwe badane,
Dêmê gulî parava berdane,
Êrê gewrê, gelek mêr û camêra seva çav û biriyê belek,
Eniya gewer, dêmê gulî, xorte şîrîn, jinê xwe berdane lê gewrê.
Êrê gewrê me derketiye pêlê ewrê wê gewrik e,
Êrê kawê me derketiye pêlê ewrê wê gewrik e,
Nizam bextê min bû tara dilê te bû wê girtiye,
Serde kuliyê berfê qet venake gewra min gewrê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î