Comerd - Car Caran
wêneyê hunermendî:ê 334 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Comerd - Car Caran

Car caran ji bo Xweda ketin Kerbela
Car caran ji bo însan ketin çarmixa îsa
Yek caran hember Dehaq bûn hesinkar Kawa
îro li ser Zagrosan bûn mîhraca insan
Roja Şahmerdan im çar alîyê Kurdistan

Destpêk welatê xwe jîn bikin hemû cîhan
Bûn şefeqa insan ber erd û ezman da
Em şêr Elîşêrin Sêwas û Dêrsim da
Neqşa ewlîyanan ser erdê Kurdan da
Em soz û peymanin îqrara merdan da
Car caran Zerdeştim yekem min dît Xweda
Pir caran em darxistin barbarê romiyan
Em bûn Şêx Bedreddîn û Halacê Mansûr
Îro li ser Cudî da bûn murşîdê insan
Şehîd in serwer in çar aliyê Kurdistan
Tîr in em tîrêj in ronîkin hemû cîhan
Em bûn Spartakus ne yek bi hezaran

Ref û ref belav bûn çar parçê Kurdistan
Em tevgerin tevger tev Qazî Muhemmed
Em bûne perspektîf şoreşa insan da
Ezim Kurdistanim Dêrsim û Botanim
Serhed û Behdînan Amed û Berzanim
Munzor û Dicleme Xabûr û Firatim
Îro li ser Ararat Galîleyê insanim
Ji mirinan derxistim yekî jiyan da min
Her bijî bi hezaran serokê gelê min
Bûn Che Guevara sedan bi hezaran
Şêr û teyrên bazin şervanên Kurdistan
Çêbûne bi agiran jîn bûn bi şehîdan
Rakirin ala sor danîn li textê cîhan

Gotin û Muzîk: Comerd
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î