Comerd - De Wer Were
wêneyê hunermendî:ê 98 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Comerd - De Wer Were

De wer were wer were lawuko dîno zû were
De wer were wer were keçikê dînê zû were
De wer were wer were ax û ezman min ji tere
De wer were wer were deşt û zozanê min ji tere

Hozanekî dîn û har im evîndarê pesina teme
Evîndarim evîndarim evîndarê doza teme
Serdor

Can fîdayê qehreman im li ber pala çiyayê te me
Wek masîkê gulank zer im li nav av û kanîyê te me
Serdor

Xweda şahid ez soz didim ruhê min pêşkeşî te be
Tu cennetê bawer nakim cîhê min hembêza teye
Serdor

Gotin: Cemalê Miraz
Muzîk: Comerd

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î