Dawitê Xilo - Helîmê
wêneyê hunermendî:ê 90 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Helîmê

Lê lê dewro were wer Helîmê,
Mi go te kiras sorê lo dor heşînê,
Were yadê, mi go xelqê tehl e, ax mi şîrînê,
Lê lê dewra were wer, mi go yar Helîmê.
Helîm rabe, wez we nakim, wez we nakim,
Mi go kiras û meles û kitana lo, li ber xwe nakim,
Belê mi go, serê Çiyayê Sîpanê Xelatê ba û bager e, lo îdar nakim,
Belê navê Kurdistanê şîrîn e, ax lo qe bîr nakim,
Ax de wer were yar Helîmê.
Helîm dibê kona mala bavê pir biçûk e,
Belê mi go, stûna navîn darbelalûk e,
Belê mi go Helîmê delal par vî çaxê qîz bû, lo îsal bûk e,
Lê lê were were were wer Helîm.
Helîm canê kona mala bavê pir mezin e,
Belê mi go stûna navîn lo darhesin e,
Belê mi go Helîmê delal, par vî çaxê ax qîz bû, lo îsal jin e,
Lê lê dewra were were lo wer Helîm.
Helîm divê taxa jêrîn lo, tendûr dada,
Belê mi go taxa navîn lo, rihan dada,
Mi go bila mirazê min û Helîmê delal hasil ke,
Mi go nav lihêf, balîf, doşekê lo qedîfa da,
Lê lê were were were lo wer Helîmê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?