Dawitê Xilo - Lê Edlê
wêneyê hunermendî:ê 259 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Lê Edlê

Hey borî borî borî, karwanê 'Edlê borî
Hey borî borî borî, karwanê 'Edlê borî

Borî w çû taxa jorî, xulama gerdena zer
Xulama gerdena zer, tijî mircan û morî

Mala w 'Edlê neqebê, mala w Şênyê neqebê
Derdê w 'Edla mi giran e, da w ser derdê kezebê

Hay nayê nayê nayê, 'Edlê j' govendê nayê
Hay nayê nayê nayê, 'Edlê j' govendê nayê

'Edlê j' govendê nayê, pê ra ketme belayê
Pê ra ketme belayê, daynim gidyê lê 'Edlê

Edlê rabe sube ye, Delyê rabe sube ye
Edlê rabe sube ye, Şênyê rabe sube ye

Tawqe b' horî derge ye, tawqe b' horî derge ye
Tawqe b' horî derge ye, daynim gidyê lê 'Edlê

Tawqe b' horî derge ye, çaxa nimêjê te ye
Çaxa nimêjê te ye, ev mêj bo te fayde ye

*Ji Radyoya Êrîvanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?