Dawitê Xilo - Meyremê
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Meyremê

Ax dilo Meyremê, yarî Meyremê, bav ecemê, mi go dê gawirê,
Wila mi go, bejna te zirav e mîna mûmê vê fenerê,
Mi go şîn bû li zozana jorîn Hevrazê Hecî Şemê,
Yar, yar, yar, yar Meyremê yar yar.
Ax dilo Meyremê, Bejna te zirav e mîna mûmê vê fenerê,
Wila mi go şîn bû li zozana jorîn Hevrazê Hecî Şemê,
Wez ê terka bejna zirav, çavê reş û belek neda,
Hetanî ser singê min dêrana Xwedê xirpêna xencerê, yar yar Meyremê yar
yar.
Yarî Meyremê, mi go xopana Diyarbekira şewitî, mi go divê ber bedenê,
Ava mîrata, Bêlacûka, pêla da ser pêla mi go digerî dora dinê yar yar,
Ax lo mi go, ava Bêlacûka digerî dora dinê,
Wez ê terka bejna zirav, çavê reş û belek nedam,
Heta neyê ser singê min dêrana Xwedê qasida mirinê, yar yar yar.
Ax yarî Meyremê, yarî Meyremê,
Çiyayê Qerecdaxa şewitî ketim, mi go ciyê berxan û miyan,
Çiyayê Qerecdaxa şewitî ketim mîrata Xwedê, mi go ciyê berxan û miyan,
Yar yar, yara Meyremê yar.
Hey la dilo Meyremê, ger û govendeka dîlanê, herama gundê me digeriyan,
Na wele mi go, Meyremo delalo girtiye serê govendê,
De mi go kurê milê xelqê xwe hejiniyan, yar yar yar zalimo yar.
Heyla dilo Meyremê,
Yarî Meyremê, wez ê ketim li ber xeman û kulan, wan derdan,
De mi go, sî û du diran devê minî hebûn, hemû weşiyan lê neman,
Na wila mi go kulan û derdan û xeman, na wila sandûqê,
Ax mi go derman, yar yar yar Meyremê yar.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?