Dawitê Xilo - Xelîlê Qazî
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Xelîlê Qazî

Hey lo lo lo lo lo lo lo loy Qazî,
Wele yadê mi go tu hêsîr î, lê lê lê lê, belengaz î,
De dayê rebenê mi go, tu wê lê lê çûyî keçikê lê lê lê, xelqê dixwazî,
Xelîlo, ax de yar yar yar wezîro, ax de yar yar yar hêsîro lo,
Xelîlo mi go îro çi dareka şîn bû, dayê mi rebenê lê lê, hewşê me da,
Lê lê mi go belgê dara weşiyabûn, dayê mi rebenê lê lê lê, heynê xwe da,
Belê mi go Xwedê mirazê min û Xelîlê Qazî hasil bike, nav lihêfan û doşeka,
lê lê lê qedîfe da,
Lawiko, ax de yar yar, hêsîro ax de yar yar wezîro lo lo.
Lê lê mi go, Diyarbekira şewitî de tê, dayê rebenê lê lê lê, mi go xweş Diyarbekir,
Lê lê mi go dergevana, dayê rebenê, lê lê derge vekir,
Belê mi go Xelîlê Qazî wa dîbû yeka kumsora,
Belê mi go yadê, cilspî ye lo lo mîna stêrkê,
Ax de yar yar yar, wezîro lo lo, ax de yar yar, hêsîro lo lo.
Lê lê dayê rebenê mi go, zêra serê minê, lê lê lê lê, wa bi pir in,
Lê lê yadê mi go, meqesa bînin, dayê rebenê lê lê, mi go keziyê, lê lê, minê
kurt bibirin,
Wele em ê biçin Xelîlê Qazî li eskeriyê reş e, ax lê lê, tev bikirin,
Ax de yar yar Xelîlo lawo, ax de yar yar vezîro lo.
Kirasê te meles e, ha wer lê lê ha wer lê,
Kirasê te meles e, can û can, can qurban,
Kirasê te meles e, ha wer lê lê ha wer lê,
Kirasê te meles e, can û can, can heyran.
Min dabû dev meqes e, ha wer lê lê ha wer lê,
Min dabû dev meqes e, can û can, can qurban,
Min dabû dev meqes e, ha wer lê lê ha wer lê,
Min dabû dev meqes e, can û can, can heyran.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?