Dawitê Xilo - Yasîno
wêneyê hunermendî:ê 26 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dawitê Xilo - Yasîno

Lê lê yar Yasîno, lo birakê Zeyno,
Mi go te torinê lo keç Heseyno.
Wez ê bigrim destê Yasînê delal,
Birevînim bi ber gundê Dîza mala weyo.
Yasîn qurban, mi go çi sibe ye, lo rabe ser xwe,
Mi go qotika ber pencerê, lo dayne ber xwe,
We du qirara canê min ketî piştî Yasînê delal,
Wezê cilê bûkaniyê nakim ser xwe.
Yasîn qurban, mi go babê min hosteyê lo wan kevçîka,
Mi go kulê bikevî, lo bin çiçika,
Çawa sala îsal, em ê ketine bext û balê wan keçika.
Yasîn qurban, mi go dilê min kodika, ax lo ber bêriyê,
Mi go kewê babê, lo ser hewiyê,
Ax de were were Yasîno delal,
De were were Yasîn qurban.
Yasîn qurban, mi go rêka Sêrtê, lo kursî kursî,
Belê mi go, herçî hato, lo mi jê pirsî,
Çawa sala îsalê mi go, halê min û Yasînê delal kes napirsî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?