A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Demhat Botan - Newroz
Gotinên Stranan

Demhat Botan - Newroz

Bihar e adar e şîrîn e Newroz e
Ji bo gelê Kurdistan rojeke pîroz e

 Agirê bedena Kawayê Medyayî
 Geş bûye li ser bedena Mazlumê çeleng e
 Xwe nû kir rengê Zekîye
 Newroz ji bo me pîroz e

Bihar e adar e şîrîn e Newroz e
Ji bo gelê Kurdistan rojeke pîroz e

Newroz cejna serhildana gelan e
Çalakiya Ronahî û Bêrîvan e
Cejna Nûdem û Nûjîn e
Newroz ji bo me hebûn e(vejîn e)

Bihar e adar e şîrîn e Newroz e
Ji bo gelê Kurdistan rojeke pîroz e

Newroz mizgîniya meha adarê
Xweza xwe nû dike, bi gulên biharê
Xwîna şehîdan dixemlîne, her çar aliyê Kurdistanê
Xwîna şehidan dixemlîne, pêta agirê Rehşanê.

Gotin û muzik: Demhat Botan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê