Dengbêj Bedil - Fîncanê
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Fîncanê

Nîşanî me kirîye Qelenê xwe birîye
Serîyek çume Gurbetê Wê di şun mide Mêr kirîye
Oy oy Fîncanê Gerden Sorê Mercanê
Tu ji minra bi kurbanê sozên Te da min kanê

Lo lo Gundo wêrano şewitî mala Ewano
Fîncana min xapandin mîna Beko û Ewano
Oy oy Fîncanê Gerden Sorê Mercanê
Tu ji minra bi kurbanê sozên Te da min kanê

Mîna kora di xanî ne xwende û ne zanî
Ketîye tora Ewana Tu bi dilê min nizanî
Oy oy Fîncanê Gerden Sorê Mercanê
Tu ji minra bi kurbanê sozên Te da min kanê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?