Dengbêj Bedil - Kula Şehîdan
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Kula Şehîdan

Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax
Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax

Ey wax li min eyx wax limin lê lê Dayê
Çi zemanek xirab hat ser vê dinyayê
Soz û qerarê felekê li pey me nayê
Kula şehîdan ji dilê me dernayê
Ey wax li min eyx wax limin lê lê Dayê
Çi zemanek xirab hat ser vê dinyayê
Soz û qerarê felekê li pey me nayê
Kula şehîdan ji dilê me dernayê

Rabe lao şerê giran tu bivîne
Mawîzerya bavê xwe ji xurçê derîne
Dilê Dayîka Te kurê min kur birîne
Rabe lao heyfa Bavo Tu hilîne
Rabe lao şerê giran tu bivîne
Mawîzerya bavê xwe ji xurçê derîne
Dilê Dayîka Te kurê min kur birîne
Rabe lao heyfa Kalo Tu hilîne

Rabe lao rabe rabe şere şere
Roma reş xayîn kafirê bi gef û gure
Şer qewimye rabe lao feyde nake
Rab pişta xwe girêde bi rext û fişeke
Rabe lao rabe rabe şere şere
Roma reş xayîn kafirê bi gef û gure
Şer qewimye rabe lao feyde nake
Rab pişta xwe girêde bi rext û fişeke

Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax
Ey wax li min wax van Şehîdan wax
Şêrê Kurdan wax derdê dilan wax
Şehîd ketin wax xwîna xwe dan wax

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?