Dengbêj Bedil - Lawikê Metînî
wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Lawikê Metînî

Lê lê Dayîkê Heyranê Ezê bi Te kim Tuyê bi xwedê kî
Tuyê rabe serê min bişo xemla min li min ke kezîyê min bi hune
Îro Tuyê cihabekê bi şîne pey lawikê metînî delalê malê
Bira were Min bi xaze yan jî bi revîne
Heger nayê min na xaze na revîne xwezgînîkê min runiştine
Qelenê min birîne wê sibê min bi rêkin hey lê lê lê lê..lê
Hey lê lê lê lê.lê hey lê lê..
Lo Bavo feleka me xayêne ye vireke derewîne
Min û Lawikê Zerdeştî di xapîne nayê domê Hey lê.hey lê lê

Lê lê Dayîkê heyranê, kanîkê şêxan û Mîra
Li Çîyayê Şengalê Meqbula Şêxa î bi rêzin
Min dî Qîzê gundê me ji mal derketin ser bi şarin
Bukê gundê me bi fîstanê dirêjin
Îro Tuyê cihabekê bişîne pey lawikê Metînî delalê malê
bira were min bi xaze yan jî bi revîne
Heger nayê min na xaze na revîne xwezgînîkê min runiştine
Qelenê min birîne wê sibê min bi guhêzin hey lê lê lê lê..lê
Hey lê lê lê lê.lê hey lê lê..
Lo Bavo feleka me xayêne ye vireke derewîne
Min û Lawikê Zerdeştî di xapîne nayê domê Hey lê.hey lê lê

Lê lê Dayîkê heyranê, kanîkê şêxan û Mîra
Li Çîyayê Şengalê Meqbula Şêxa li wî hemberî
Min dî Qîzê gundê me ji mal derketin Çav bi kilin
Bukê gundê me bi fîstanê heyderî
Îro Tuyê cihabekê bişîne pey lawikê Metînî delalê malê
bira were min bi xaze yan jî bi revîne
Heger nayê Min na xaze na revîne
Bira îşev nîvê şevê were ramîse taximê Sing û berê min keçikê
Bira devê xwe têke binê guhara boxaza qirikê hey lê lê lêlê lê
Hey lê lê lê lê.lê hey lê lê..
Lo Bavo feleka me xayêne ye vireke derewîne
Min û Lawikê Zerdeştî di xapîne nayê domê Hey lê.hey lê lê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?