Dengbêj Bedil - Ser Sale
wêneyê hunermendî:ê 97 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Ser Sale

Dinya di rojekê de li dora xwe digere
Di nav salekê de li dor rojê digere
Di nav salekê de li dor rojê digere
Ser sale ser sale milet tev hevale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Îro dema meye dema me Kurdane
Xelasbuna welat li hêvîya xortane
Rizgarkirina welat li hêvîya xortane
Ser sale ser sale milet tev hevale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Gelî Kurda rabin bi hevre bikin xebat
Destê xwe bidine hev xelas bikin welat
Destê xwe bidine hev rizgar bikin welat
Ser sale ser sale milet tev hevale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Ser sale ser sale milet tev hevale
Ê bê dost û yare ji kezebê dinale
Ê bê dost û yare ji kezebê dinale
Ser sale ser sale milet tev hevale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale
Ê bi dost û yare kêf û xweşî li bale

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?