Dengbêj Bedil - Taxa Fila
wêneyê hunermendî:ê 111 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Taxa Fila

Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Çend car min got ji Te re neçe taxa wan
Bejnê wan ziravin bejnê wan ziravin mînanî hêlan
Kenê wan dirije ji Dev û Lêvan
Wele wê ji Me bivin bîlle wê ji me bivin ax Dîn û Îman
Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Hin ji wan cot bi cotin hin çare çarin
Hin ji wan î bê dostin hin ji wan î bê dostin hinek bi yarin
Hin ji wan rukê wana sêvê li ser darin
Hin ji wan min çinî hîşt hin ji wan min çinî hîşt hinek min xwarin
Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Ax min Riha kur kir Simbêla berdan
Tu ji Min bawerbike Tu ji Min bawerbike bi sozê Mêran
Dîn u Îman hebun ew jî min berdan
Tizbîya destê min jî tizbîya destê min jî ma li Mala wan
Ne min go ji tere neçe taxa van fila
Wer dîyarê Werdeka wer dîyarê werdekan çavê bi kilan
Memikê wana sêvin wek top û gulan
Welle wê ji Me bivin miheba dilan

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?