Dengbêj Bedil - Xalit Begê Cibilî
wêneyê hunermendî:ê 95 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Xalit Begê Cibilî

Hey la li min li min.. Li min..
Hey la li min Mîro îro ezê bi Erzeroma Mîra
diketim bi şewite lo lo bi çift Qelaye..
Min dî îro Ewraqê Xalit Begê Cibilî bavê
Mahmud begê Mîrê zirav digerin li dayîrê
Hikumatê Mîro Mecliseye
Wele min zanîbu çi gava bi destê Xalit Begê
Cibilî bavê Mahmud Begê Mîrê zirav di girtin
Destê wî di xistin darê Kelepçê
Berê wî dane Îstikrara Muşa şewitî.
Wele min zanîbu hingê Hêvî û Dîlekê me Kurdan
Li ba van bêbextê Tirkan Mîro bê feydene.
U way mîrê min halê me çewabe
Mîro Mala barkin lo ev xirabe
De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

Hey la li min li minLi min
Heyla ..Li min.li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim
Bişewite lo lo bi çift minara..
Îro bejn û bala Xalit Begê
Cibilî bavê Mahmud Begê Mîrê zirav Gul û Çîçeka
Li ser destê Wezîran û Hakiman Heyla Mîro Kumandaran
Gelek şade û şûdê Xalit Begê Cibilî
Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav hene li Dinyayê
Bi sê denga li gire girê Welatê Erzeromê dikire gazî
Digo lao qey un nizanin ji hingava em çune ser taibê reysê Tirkan
Wele Mîrêm em çune ser fikrê kufrara
U way mîrê min halê me çewabe
Mîro Mala barkin lo ev xirabe
De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

Hey la li min li min.. Li min..
Heyla li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim
Bişewite lo lo wa liyane
Îro min dî gire girê welatê Erzeromê li gog meydana xopana Erzeromê
sekinandine dibê Mifetişê umumî ketîye nava wanaka
Mîro li xeniqandina Xalit Begê Cibilî
Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav qerar dane
U way mîrê min halê me çewabe
Mîro Mala barkin lo ev xirabe
De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

Hey la li min li min.. Li min..
Heyla li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim
Bişewite lo lo bi hewl û Bîne
Min dî îro gire girê welatê Erzeromê li gog meydana xopana Erzeromê
sekinandine dibê Mifetişê umumî ketîye nava wanaka
Mîro dikirin wazê Dîne
Gelek şade û şûdê Xalit Begê Cibilî
Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav hene li Dinyayê
Bi sê denga li Mifetişê umumî kir qêrîne
Dibê lao tuwê here ji gazî mistefa kemal paşa rer bêje
Wele Xalit Begê Cibilî Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav
Qebul nake Danîna Şewqê, jinê Tango kirî,heyla li min Mîro yazîya latîne
U way mîrê min halê me çewabe
Mîro Mala barkin lo ev xirabe
De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?