Dengbêj Bedil - Yarê
wêneyê hunermendî:ê 59 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Bedil - Yarê

Yarê dîbu li nav Gula
Digerîya ji derd û kûla Yarê..
Yarê dîbu li nav Gula
Digerîya ji derd û kûla Yarê..
Bi awirê Çava mi silav lê kir
Hate bam nav Sor Gula Yarê
Bi awirê Çava mi silav lê kir
Hate bam nav Sor Gula Yarê
Yarê (Berxê) Te di go ez wanakim Yarê.
Ji xeyna Te ez Mêra nakim Yarê Yarê
Dinya li ser min rabe terka Te Delal nakim Yarê

Nu gihame ez canim
Ez xwestime Kur Apêm Yarê
Nu gihame ez canim
Ez xwestime Kur Apêm Yarê
Ez pîr û kal jî bibim
Ji Te pêştir kes hesnakim Yarê
Daweta min jî bikin ez Te ji bîra nakim Yarê
Yarê (Berxê) Te di go ez wanakim Yarê.
Ji xeyna Te ez Mêra nakim Yarê Yarê
Dinya li ser min rabe terka Te Delal nakim Yarê

Destê hev girt û meşîyan
Bi hev ra çun nav Dara Yarê
Destê hev girt û meşîyan
Bi hev ra çun nav Dara Yarê
Kî Destê me ji hev derxe
Di Agirê Cahanimê de bi şewite Yarê
Kî bibe sebebê me
Bi keve stûyê wî gunehê me Yarê
Yarê (Berxê) Te di go ez wanakim Yarê.
Ji xeyna Te ez Mêra nakim Yarê Yarê
Dinya li ser min rabe terka Te Delal nakim Yarê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?