Dengbêj Marûf - Hêy Lê (Xezal)
wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Marûf - Hêy Lê (Xezal)

De hey lê hey lê
Were heylê heylê heylê ku heylê.
Delê lê bedewê minê Xezalakî rakir ji desta Muşê,
Berê xezala min ketî Hazro û Diyarbekir,
Kêleka Xezala min ketî Meraş û Entabê,
Xezal derbas bu berya vê Mêrdînê
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye li çira xezal diketî destê Roma xayîn
Tirk û Ereb û Ecem li ser Xezalê kombune,
Rûyê wana bi kenîn, devê wan bi xwîne,
Apê min gazîkir digo sûnva herin xezal bêxweyî nîne
Hey lê, hey lê hey lê hey lê
Were hey lê hey lê hey lê
Delê lê bedewê minê xezalek rakir
Ji Qazgol û Bingolê Sûsar û Tekmanê
Berê xezala min ketî Patnos û Tutaxê,
Kêleka xezala min ketî cepheyê Ûris
Xezal derbasbû li bajarê Simko welatê Kurdistanê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye çira diketê destê roma xayîn,
Tu gazîke li kal û pîrê Kurda
Bira bibêje keç û xortê hemî bi xezalê bêne îmanê
Hey lê hey lê, hey lê hey lê, Were hey lê hey lê hey lê Were hey lê hey lê hey lê hey lê
Eman hey lê hey lê hey lê
Delê lê bedewê minê Xezalek rakirî ji Kerkûkê ji Kirmaşanê,
Berê xezala min ketî Zaxo û Dihokê
Keleka xezala min ketî Qamişlokê, Amudê, Afrînê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim:
Apo xezal guneye çira xezal diketî desta Roma xayîn?
Tu qazîke li keç û xortê Kurda, bibê ne Xezal li benda we hemî ya sekinîye Hey lê, hey lê hey lê hey lê hey lê ku hey lêê

Gotin û Muzîk: Dengbêj Marûf

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?