Dengbêj Marûf - Mîrê Min
wêneyê hunermendî:ê 313 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Marûf - Mîrê Min

Mîrê min, mîrê min mîrê min
Heyla dayê çavê xwe digerînim nagerênim kanê Şêxê min
Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim ji dilê min û tera bi mije lê bi dûmane,
Lê belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale
Çawa rakirin fermana serî Kurda
Birîna serê Şêxan û melane hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê lê hev
civyane
Ji bo xeniqandina Şêx Seîd efendî bavê Şêx Elî Riza temamê mebusa wê qirar dane
Hela rabe binêr li tivingê destê teresê cendirmane, lawo mêzebike li sîtemê milê wê polîsane
Ez çûme Diyarbekira rengîn min bala xwe dayê temamê sofî, mirîda lo lo hev civyane
Xorta pişta xwe dane dîwara, dibarînin hêsirê belek çavane
Mi gotî keko ez nizanim çi bû, çi qewimî, çi cirîya?
Ji mi ra digotin mala te xirabe tu nizanê dunzde heb milletwekîlîyê Tirkan, li Bitlîsê lo lo hev civyane
Rakirine fermana serî Kurda dayê birîna serê Şêxane.
Şêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane,
Bend avêtin qirika Şêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane
Mîrê min, mîrê min, mîrê min, mîrê min
Le dayê wezê çave xwe digerînim nagerînim nizanim kanê Şêxê min?

Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim lo lo ha bi ceye
Agirê kulê têkeve mala Misto Kemal çawa rakirê fermana serê Şêx û Mellê me ye
Hele rabe Eskerê Misto Kemal derketê ji çiyayê Bîngolê tê ji pale tokan da dayê firqe bi firqeye.
Kesekê tune cewabê bide Celalîya li peyê Silêmanê Ehmed dayê bavê Ferzende ye
Jêra bibêje mala te xirabe Şêx Saît efendî birin Dîyarbekir li ber benda
Bend avêtin qirika Şêx Saît efendî
Şer’a dînê Nebî Mihemed Peygamber evê tiştê qebûl nakin, di nava me de pir gune ye
Mîrê min, mîrê min, mîrê min.
Heyla dayê çavê xwe digerînim, kanê Şêxê min

Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj Zahiro

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?