Derwêş Serhedî - Rizgar Bû
wêneyê hunermendî:ê 69 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Derwêş Serhedî - Rizgar Bû

Kişandin Al’a rengîn
Cîhanê kirin mizgîn
Pirozbe serfîrazî
Bijî hakîne jîhîn

Rizgarbû ha rizgarbû
Welatê me rizgarbû
Xewnam(in)da bindest nîbû
Welatê me rizgarbû

Hev civîyan welat parêz
Mijûrbûn demek dirêj
Hanîn bîr şehîdên me
Wan rijand xwîn’a gevez

Rizgarbû ha rizgarbû
Welatê me rizgarbû
Xewnam(in)da bindest nîbû
Welatê me rizgarbû

Zaza Kurmanc û Soran (Lor û Gor û Hewreman)
Mil dan hev girtin dîlan
Nema bakûr û başûr
Bû yek perçe KURDİSTAN

Rizgarbû ha rizgarbû
Welatê me rizgarbû
Xewnam(in)da bindest nîbû
Welatê me rizgarbû
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?