Derwêş Serhedî - Siwaro Bajo
wêneyê hunermendî:ê 78 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Derwêş Serhedî - Siwaro Bajo

Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here
Ber êvarê saz-û barin
Jîyane, keyf-û xeyr’e
Mey-û araq kedeh(kase) li dorin
Ha hatî,ha ê here

Qîm’a min ji vê hêlê(hêlame) nayê
Zeryê xweşik (li) taxa jorin
Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here

Serê sibê sûk’a mezin
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Ka wer em kişik bilîzin
Ha hatî,ha ê here
Esir hela me(bi) dawet’e
Gi bi govendê çergobezin

Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here

Tera cigarekê vêxe
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Çend qullapan peyhev lêxe
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Dev bedre ji xemê(karê) dinê
Were rûnê çay’ekê wexwe

Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here

Bo çi dikî derd-û xema?
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Sûltan Süleymanra nema
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Kal-û bav ême ka kune?
Bêje ka vê Dunê kî ma?

Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here

Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?