Devran Arhat & Hemê Hecî - Ez Helandim
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Devran Arhat & Hemê Hecî - Ez Helandim

Ka ew soza te dabû min
Bêja ka tu li kûyî yaramin
Agir berda te wî dilê
Çima nayê dilxazyamin
Agir berda te wî canê
Çima nayê mikanamin

Ez helandim, ez helandim
Keçika seyda ez helandim
Bona eşka vî evînê
Dixtor, hekîm ez gerandim
Bona eşka vî evînê
Hekîm, dixtor ez gerandim

Dûa dikir min şev û roj
Carek dinê te bidîta
Dilê bavê te kevir bû
Te girt da welatê ewda
Dilê bavê te kevir bû
Te girt da welatê dûrda

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î