Dezz Deniz - Ezim Ez
wêneyê hunermendî:ê 86 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dezz Deniz - Ezim Ez

Ez im Ez im Dezz Deniz im
Tekoşina xwe bi hîp hopê didim
Nûjenîxwaz, serhildêr, bi biryar im
De werin! Natirsim bi ser min de werin

Ez im Ez im Dezz Deniz im
gotinên min li ser zimane min
Evîn guleyen hêrsa dilê min
Mikrofon e çeka min, de werin natirsim
Bi ser min de werin
Ez im ya seretayî Kecikek kurd
A pêşî Hip Hop a bi Kurdi diqîre
Û bingeha wê amade kiriye
Bi tarzen nûjen, bi cilûbergen cuda
Bi dansên modern, bi gotinên tijî
Qedkereke mezin a Hip Hop bi Kurdî
Min binasin ez kîme?!

(Dîsgotin)

Niha his bidin min guhdar bikin
Protest hilberbîn, hîç newistin
Ne bin dîl û bende ji dezgahan re
Polîtîkayên erzan red bikin!
Pîr,ciwan, zarok û Jin
Hadê min guhdar bikin têbigihîjin
Dive em dijî êşê şer bikin
Xwe bernedin û hewl bidin
Belê ez im keça vî gelî
Dengê Jinan bindest û şopgeran e berxwedan e
Huner û siyaset niha li bal hev e, bibihîze:
Mikrofon: çek û sîlehê min e
Stranên min jî ewê bibin gule
Ên ku ez berdidim, sazûmana xerab a wê dinyayê

(Dîsgotin)

Meyzin binêrin niha li vir im
Min baş fehm bikin, ez çi dibêjim!
Armanca min cur be cur e
Lêv û dile min bi berxwedanê diqîre
Muzîk, dans, peyam, ziman
Di hip hopê de hertişt nezik e
baveje ew fikir û ramanên xwe yên kevn
Ji min rast fehm bike, min nedarizîne
binêr niha minakim ji bo yi ciwanan
bi çand û kevneşopiyên me nebe
Aliyên baş yên çanda biyan jî bipejirîne,
Şaşîtiyê red bike, rastiyê bipejirîne

(Dîsgotin)

Gotin û Muzik: Dezz Deniz

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î