Dezz Deniz - Rabe Nabe
wêneyê hunermendî:ê 95 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dezz Deniz - Rabe Nabe

Jin rabûn piyan li hev civiyan
Dîroka kevnar ji hev pirsiyan
Ma emê cawa wekheviyê bînin?
Mêran bihîstin gelek tirsiyan
Gotin: Ma emê çi bikin? Pêşî li wan çawa bigirin
Em desthilatdar in, desthilatdarên penc hezar sal in!
Hun herdem Guhdarin, guhdarên tim lawaz in!
Em in xwediyê we, even bi hêz, serdest û xwedî rez
Rabe rabe, nabe wusa nabe!
Herdem bindestî nebe para me
Bila serbilindî bibe riya me! Rabe
Ma em çi bikin hûn desthilatdar bin
Dest hilatdarên pênc hezar sal bin?!
Nabe nabe tu car wusa be
Rabe de rabe ne wekhevî ji bo me nabe

(Dîsgotin)

Cavên xwe veke ey mêrên Serdest!
Ne bi Jina kole, ne bi merê serdest!
Jiyana azad tu car awa nabe
De rabe rabe nabe, nabe,
Bi rûniştinê jiyan awa nabe
De rabe rabe nabe nabe
Mirovên çeleng jîr û zana be!
Govenda azadî yekalî nabe!

Rabe nabe jina çelenk de rabe!
Bêdengiya bêbinî bila şiyarbe!
Em in neviyên Iştar, xwediye hêzkirina rast
Evindarên jiyane azad û aştîxwast
Berhem dê wekî bihar
Xwe bixamlîne bi keskûsor
Şewq dide hemû der û dor
Nebe jineke tenê li malê, di navbera çar diwaran
Afirîneriya te tê dagirkirin
Qada te tê tarûmarkirin
Herdem bindestî nebe para me
Bila serbilindî bibe riya me! Rabe
Jin derketin ji mal, zinciran diqetînin
(Ji) Bo cihaneke ne bindest, tekoşînê didomîne
Nabe nabe bes e wusa nabe
Rabe de rabe newekhevî ji bo me nabe!

(Dîsgotin)

Heta pirsa jina neyê çareserkirin, mirov nikare behsa mirovahiyek azad bike.
Riya azadbûnê jî di têkoşina jin û mêran de derbas dibe!

Gotin: Dezz Deniz – Suna Tunc

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î