Dibistana Şehîd Sefkan - Dengê Zerdeşt
wêneyê hunermendî:ê 300 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dibistana Şehîd Sefkan - Dengê Zerdeşt

Tu bûyî dengê Zerdeşt
Kawayê Medyayê
Tu bûyî resmê Manî
Baxçê ronahiyê

Tu bûyî dengê Îsa
Çermixa Romayê
Dengê Hesen û Hisên
Li nav Kerbelayê

Tu bûyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê

Gel orkestra te bû
Serhildan awaz e
Dîlan/Şoreş rengê te bû
Bihar û Newroz e

Mazlûm dengê te bû
Egîd rext û saz e
Zîlan çelengtir bû
Li ser Monalîze

Tu bûyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê

Helbest û Muzîk: Ehmed Ekaş
Şîrove
logo
Ahmad Akkash 08-07-2020 01:06:27
hevalên delal berî demeke dirêj min ji we re nivîsand ku ev stran ne ya Hozan Serhed e, ne gotin û ne awaz jî ev ya mine gotin û awaz :Ahmad Akkash e ango Ehmed Ekaş e û min ev stran da koma Ş.Serhed ku Mazlûmê Rojhilat stra ye û hûn dikarin bibpirsin wê demê navê min Lokman Ekaş bû..<br>silav û rêz

logo
Rêveberiya Malperê 08-07-2020 08:16:25
Silav hevalê Ehmed, em lêborîna xwe ji te dixwazin ku me agahiyên li ser stranê sererast nekirin. Êdî agahî li gorî agahiyênku te dane, hatin sererastkirin.<br>Silav û Rêz

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î