Dîlber - Reşîdê Memilî
wêneyê hunermendî:ê 81 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîlber - Reşîdê Memilî

Têlî dîlber qurba, ezê çûme çiya li deştê ne, lê lê lê lê lê, nav şivana,
Wezê Germa nîvro dîna minê dev birîna kewaniyê zende zendê lê lê lê lê, he
lê lê lê bêrîvana.
Têlî şêbisk û guliyê kewa gozel giran e daketiye ser koke kokê lê lê lê lê lê dirana,
Gava danê şevê heya sibê têlî delala mi dikeve pala kalekî heftê salî,
Çeka pê çawa diranê xwe yê rizî sûretê têlî delala mi lê lê lê lê lê wa digeze,
Were gorî gorî lo goriya te me lawiko,
Serê mi qurbana bejn û balê bûya,
Na wele zû dereng wez bermaliya lo mala te me.
Têlî dîlber gidiyê, wez ê çûme çiya li deştê ne lê lê lê lê lê lê lê nav şivana,
Wezê Germa nîvro qîrîn dikim lo lo lo lo lo lo lo dengê me tê,
Gava danê şevê heya sibê tê dîlbera mi dikeve pala kotî şindokê dewarê mêra,
Kela Xwedê çiqa cahil in lê lê lê lê lê li xewletê,
Were gorî goriyê, lo goriya te me,
Gede lawiko, serê mi qurban bûya,
Na wele zû dereng wez bermaliya lê mala te me.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î