Diljen Ronî - Awirên Esmeran
wêneyê hunermendî:ê 153 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Diljen Ronî - Awirên Esmeran

Ez ji wan gewran hez dikim
Lê esmerekê ez quştime
Ketime derdê evîniyê
Kesek nabêje çima

Awirên esmeran har in
Wek derbên şûr û riman
Ez giham heta nihakê
Kesek min re ne giha

Ez ji wan gewran hez dikim
Lê esmerekê ez quştime
Ketime derdê evîniyê
Kesek nabêje çima

Jê re bêje vî derdî lê
Dil girtiye naberdê
Kî nazik e li van deran
Ji bo xatirê te ez hatime

Ez ji wan gewran hez dikim
Lê esmerekê ez quştime
Ketime derdê evîniyê
Kesek nabêje çima
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?