Diljen Ronî - Ez û yar
wêneyê hunermendî:ê 160 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Diljen Ronî - Ez û yar

Çavbeleka min tu yî
Porxeleka min tu yî
Surmeleka min tu yî
Jar û perîşan im ez

Sorperiya min tu yî
Dêmzêriya min tu yî
Şeng û şoxa min tu yî
Jar û perîşan im ez

Bejinbilindê tu yî
Pirgewr û rindê tu yî
Wek mûm û findê tu yî
Li dil bikovan im ez

Rû gewr û şêrîn tu yî
Stêr û perwîn tu yî
Şêrîn û hem Zîn tu yî
Memê di zindan im ez

Helbest: Cigerxwîn
Muzîk: Hozan Dilgeş
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?