Diljen Ronî - Te Ez Kalkirim
wêneyê hunermendî:ê 969 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Diljen Ronî - Te Ez Kalkirim

Te ez kalkirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min te weşand
Bihar çû, te payîz anî

Hêviya min nema di jînê de
Bêkes mame vê dinê de
Gula dilê min çilmisî
Qet şîn nabe ji îro pêde

Ka tu biner li halê min
Te çi aniye li serê min
Birînê zor daye ser min
Mirin gelek nêzîk bû li min

Birîn kûre cebar nabe
Bi dermanan rihet nabe
Heyfa min tê li wê heyfê
Ku li mirinê çare nabe

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?