Diljen Ronî - Xewna Derew
wêneyê hunermendî:ê 184 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Diljen Ronî - Xewna Derew

Çavê te bar kirin ji vî bajarî
Ne dengê min tê ne jî yê te
Li ber ronahiyeke nîvmirî ez dimeşim
Dewsên tiliyên te winda dibin yek bi yek

Ji xewneke derewîn
Ji dilekî derewîn
ji bêhneke serxweş
Hişyar dibim ji nû ve

Te dîl girtî, min dest berda
Te can kuştî, min eşq berda

Xwedî dilekî juvan im, lê çi feyde ye
Ne tu dizanî çi bikî, ne jî ez
Min emrê xwe bihûrand, bi gazindên te
Dewsa lêvên te jî winda dibin yek bi yek

Gotin û Muzîk: Diljen Ronî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?