Diljen Ronî - Xeydok
wêneyê hunermendî:ê 61 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Diljen Ronî - Xeydok

Dengekî gewre herikî
Ji qermicokên aniya pelan
Ji stûnên kezeba dilan
Bê pirs te deriyê jiyana min girt
Bê pirs û bê xatir çû
Mîna tenêtiya te mame
Benda bêhna te mame

Xemgîniya min dawa xeydokiya te dikşîne
Te dengê xwe veşart tu çûyî
Ji xwere di bêjim ji xwere gûhdar dikim
Helbesta te a çavzarok
Û strana çûka li cem min ma
Xeydok
Bêsûc im

Xweliya emrê min têxe nava tiliyê xwe
Bişo bi çola kerbela serê min
Tê bibîne ez bêsûc im
Ji nava derewa daweşandî hatim
Xeydok
Bêsûc im

Dengekî gewre herikî
Ji qermicokên aniya pelan
Ji stûnên kezeba dilan
Bê pirs te deriyê jiyana min girt
Bê pirs û bê xatir çû
Mîna tenêtiya te mame
Benda bêhna te mame

Gotin: Müslüm Aslan
Muzîk: Diljen Ronî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?