Diljen Ronî - Zivistan
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Diljen Ronî - Zivistan

Hişê min serê min bir
Evîna teyî delal

Ziwa bû ava derya
Xewa min dibe zindan

Ku dengê te nayê
Nayê nayê sebra min

Tim dibim êvar
Dibim zivistan

Yar tine bûna te
Mirin e hezar caran

Sitûxwar dike
Xemgînî û bi jan

Ku dengê te nayê
Nayê nayê sebra min

Tim dibim êvar
Dibim zivistan.

Gotin: Müslüm Aslan
Muzîk: Müslüm Aslan - Diljen Ronî 
Aranje: Seyithan Kızıl
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?