Dilo Doxan - Dildaro
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dilo Doxan - Dildaro

ji mir nebêj ezê herim xerîbiyê
bi vê gotinê tu min dikûje li dawiyê
ew sozên te ji mir nivîsî li ser riya
bi lez bûrîn ketin bin toza beriyê
lolo dildaro lolo sozdaro

te ji mir digot ji te pêve min kes nîne
te ji mire digot memê ala me tu zîne
jibo te ezê xera bikim sûrê çînê
ji tere bînim ji hindistanê gul û bînê
lolo dildaro lolo sozdaro

ji mir re nebêj ezê nama ji tere rê kim
gulîstanê girêdayî ezê çêkim
qesra şêrîn ji mermera min qet navê
go tu here min ji tora dila bavêj
lolo dildaro lolo sozdaro

min çavê xwe bi dîtina te kil dikir
min dilê xwe bi evîna te şa dikir
bê te jiyan bo min dibe çiya û çol
bo min bêje evîndaro kiye bê ol
lolo dildaro lolo sozdaro

Ey dildaro, di zindana evîna te de, ez mam û mam û hin tu dûr û dûr kî ji me derewa bi rastiya evînê dihûne û kî ji me soza di sifriya
vî zemanî de pûç dike û kî ji me biharan bi destara zivistana hûr dike bese dildaro bes. çiqas tu bihara min bi xunav bike nema ji te bawer
dikim na nema ji te bawer dikim dildaro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?