Dilo Doxan - Dûrî
wêneyê hunermendî:ê 103 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dilo Doxan - Dûrî

Ji war dûr ketim bûye çend sal
li ber çavê min bû xewn û xeyal

digerim nema dibînim
diqîrim bê war dimînim

xerîbiyê ez ji xwer kuştim
bê xwedî û bê yar hiştim

ez dîn kirim vê dunyayê
serê min dixe belayê

hey qedera xayin were
rihê min bibe ji xwere

xwesteka te ev bû zalim
nema êdî bi te karim

hisreta min carek bi tenê
vegeriyaba rojên berê

tirbespiya minî şêrîn
ji min re bûye kûl û birîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?