Dilo Doxan - Xwezî Yarê
wêneyê hunermendî:ê 135 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dilo Doxan - Xwezî Yarê

Xwezî yarê eşqa dila erzan bana
Xwezî yarê êşa dilê'm zanî bana
Xwezî yarê dîsa ew ro hatibana
Xwezî yarê poşmanî bi feyde bana
Xwezî yarê hingî min tu revandana
Xwezî yarê em ser soza xwe mabana
Xwezî yarê rojên berê vegerîyana
Yan jî yarê bila tev de mirîbana
Xwezî yarê ew ro ticar nehatibana
Xwezî yarê bi wî halî tu nedîtibana
Xwezî yarê yê te kirî çêtirbana
Xwezî yarê gotin ji bîra min çûbana
Xwezî yarê, xwezî yarê tenê carek tu wek xwe maba
Û ewrên reş di ezmanê me de belav bana
Min ê te kiriba şekirek, xwe di nava kaxiza cejna Xudemê de girêdaba
Û min ê xweliya bîranînên şewitî
Min ê ji çavê te re kiriba kilek
Belkî dilê min ê reben ji evîna te mehrûm nemaba
Xwezî yarê, xwezî yarê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?