Dilo Doxan - Yaramin Nazê
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dilo Doxan - Yaramin Nazê

yaramin

Yaramin naze naze
naze û delala
Yaramin naze naze
bi şox û şemale

Çaven te yarê
Yarê çavên xezala
Bejna te yarê
Yarê Sosin û lale

(Dîsgotin)

Porên te yarê
Yarê şev û êvar e
Rukêta yarê
Yarê sora hinar e

(Dîsgotin)

De wera nazê
Nazê evîn dijwar e
Dil di singê da
Yarê axîn hewar e

(Dîsgotin)

De were yarê
Yarê wer min bibîne
Ez nexweş im nalevim
di nav livîna

(Dîsgotin)

Ma denîya şiya yarê
Ew kêf û vîn e
Kesê bê yar be
Bê dîn û jîn e

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?