Dilşad Seîd - Pêşmerge
wêneyê hunermendî:ê 322 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dilşad Seîd - Pêşmerge

Dengê Kurdistana rindim
Ez rûmeta şar û gundim
Min tomarkir dîroka gel
Pêşmerge me serbilindim

Ubeydulla û Ebdulaselam
Ji Xanî wergirtin peyam, wergirtin peyam
Wan fêrkirim wana mezin
Wek mirîdek ji wan re mam
ji wan re mam

Le Sordaş û le Baziyan
Şahidbû Berde qareman
Pêşmerge me
Be raberî Şêxî Hefîd
Be xwênman nûsî ew dastan

Min soz dabû
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me

Pêşmerge me
Min soz dabû
Yan kurdistan yan neman

Dengê Kurdistana rindim
Ez rûmeta şar û gundim
Min tomarkir dîroka gel
Pêşmerge me serbilindim

Şêx Seîd şêxê rûmetê
Xweyîbûnê li bin xetê li bin xetê
Kirim hêvênê şoreşê
Îhsan Nurî û Araratê
Araratê

Ede Dêrsim û Qoçgîrî
Seyid Riza, Elî Şêrî
Pêşmerge me
Ez înan de şehîd kewta
Ravaştî cinî û camêrî

Min soz dabû
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me

Pêşmerge me
Min soz dabû
Yan kurdistan yan neman

Dengê Kurdistana rindim
Ez rûmeta şar û gundim
Min tomarkir dîroka gel
Pêşmerge me serbilindim

Be ceng û hawar û gazî
Le Mehabad le gel Qazî le gel Qazî
Kurdistan komarim dana
Berzbû alay serfirazî
serfirazî

Çaxê min Barzanî naskir
Min berxwedan serfirazkir
Pêşmerge me
Leşkirê sê dêwa birrî
Çemê Erez me derbaskir

Min soz dabû
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me

Pêşmerge me
Min soz dabû
Yan kurdistan yan neman

Min Margirête naw Zîlanê
Weşim mesya her dînekan
Hurmiz û Mehmude na min
Nam û nîşanim Nam û nîşanim Kurdistan

Minim Elwen minim waran
Xom Bemo sengerê caran sengerê caran
Qirdêley Leyla Qasim im
Dwête kurdegey qareman
Qareman

Li axê avê û asmanî
Li jêr ala nîştimanî nîştimanî
Xurt û nûdem dê avakem
Supayekê Kurdistanî Kurdistanî
Leşkirekî nîştimanî
Supayek pir qaremanî
qareman

Li Îlonê Otonomî
Fidralizim li vî demî
Pêşmerge me
Dê tomarkem serxwebûnê
Her ezim pir ezim gemî

Min soz dabû
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me
Pêşmerge me

Pêşmerge me
Min soz dabû
Yan kurdistan yan neman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î