Dîyar - Dayika min
wêneyê hunermendî:ê 357 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Dayika min

Dayikam pir nexweş bu birîna wê kûr
Ez li xerîbiyê mam emê ji hevdu dûr
Çavên xwe girtine hêdî hêdî bi zor
Berf barî ser dilê min giran giran hûr hûr
Çavên xwe girtine hêdî hêdî bi zor
Janek ket dilê min zirav zirav wekî şûr

Ez bimrim daye
Ez kor bim daye
Min nehêle û neçe
Min nêhele bi tenê
Min nêhele sêwî

Çavên xwe gerandîye li dora xwe
Zarokatîya min anîye bîra xwe
Ji kesê ra negotiye xewna xwe
Ez têr ne bum ji hêmbeza dayika xwe

Çima tu ewqasî bi lezî Anê
Me xatir ji hev ne xwast tuyî bi kuda herê
Dijmin pir bi bextê rê li min girtine
Min nehêle û neçe bi tenê Anê
Felek pir xayîne rê li min girtine
Min nehêle û neçe bi tenê anê

Gotin û Muzîk: Dîyar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?