Dîyar - Diçim Diçim
wêneyê hunermendî:ê 452 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Diçim Diçim

Diçim diçim ji warê we, min têr xwar ji zimanê we
Diherikî ava Zem-Zem, venaxwim ji kaniyê we
We kuşt bilbilê baxê min, çilmisandin kulîlkê min
Şikandin guliyên darê min, berf barand we li havinê min
Rojên geş da dost gelek bûn, ez li bircan ser textan bûm
Bahozek li warê min rabû, kesek nema tev wenda bûn
We diziyan xewnên min, çikandin ava kaniyê min
Ken revandin ji lêvên min, tijî kul kir we dilê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?