Dîyar & Hozan Kawa - Çavbelek
wêneyê hunermendî:ê 294 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar & Hozan Kawa - Çavbelek

Çav belekê çav xezalê
Ez aşiqê çavê te me
Te nadim bi malê dinê
Tu dinya min wêran neke

Tu Zîn î ez Mem’ê te me
Mem’ê Alan Mem’ê te me
Jehr û evîn bi hev re bû yek
Ez aşiqê çavê te me

Çavbelek a’m emrê min xwar
Ji bo wê bûme dîn û har
Li te digerim gund û bajar
Ji destê te ax û havar

Çavên belek, biriyên qeytan
Moriyê mercana li ser gerden
Çiqasî bidim pesnê te
Ez têr nabim ji çavên te

Tu Zîn î ez Mem’ê te me
Mem’ê Alan Mem’ê te me
Jehr û evîn bi hev re bû yek
Ez aşiqê çavê te me
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?