Dîyar - Jin Jiyan û Maf
wêneyê hunermendî:ê 258 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Jin Jiyan û Maf

Ez keçikeke sêwî bûm, ez Zîna çarde salî bûm
Bavê'm ez dame kalekî, ez firotim wek malekî
Niha mame jineke(î) bî, min gelek êş û jan dî
Bav û bira nabin xwedî, civak dike gorê bi saxî
Cenet di bin lingên me da, lê em dijîn cehinemê da
Xwedê tenê yê mêra ye, nabîne halê jina ye
Hawar hawar, hawar hawar, hawar ji destê dilkeviran
Em jîn dikin vê jiyanê, lê em najîn vê dunyayê
Zulim li ser me dibare, jiyan li me tim hawar e
Him difiroşin, him dikirin, li kêfa xwe dinêrin
Eger em ji dil hez bikin, me li meydanan kevir dikin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?