Dîyar - Warê Me
wêneyê hunermendî:ê 196 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Warê Me

Gelek xweşe li çiyayê me jiyan
Jê tê bêhna gul û gîyan
Ba pêl dide ji gelîyan
Avê vexwin ji kanîyan

Bihar hatiye li warê me
Xwe xemilandin çiyayê me
Zerîyê gunda çun zozana
Jiyan xweş buye li warê me

Xort derdikevin bilinda
Dinêrin li bejna rinda
Diqurin mîna qulînga
Çi xweşe evîna gunda

Gava baran li me dibare
Bêhna xweş ji axê difure
Ba lêdixe pelên darê
Wekî zulf û biskên yarê

Gotin û Muzik: Diyar



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?