Dîyar - Wey Bêdlîsê
wêneyê hunermendî:ê 126 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Wey Bêdlîsê

Warê Bêdlîsê pir sar e li min li min
Dijmin çiqas ho har e li min li min
Panzdeh kulîlkên biharê li min li min
Şewitandin bi yek carê

Wey Bêdlîsê Wey Bêdlîsê li min li min
Tu dengê dayîkan nabîhîsî li min li min
Panzdeh keçên ciwan dîsa li min li min
Bûn qelînê te Bêdlîsê

Bila xwelî li serê me be li min li min
Panzdeh birîn li dilê me li min li min
Heta Bêdlîs azad nebe
Derman nabe birînên me

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?