Dr. Ahmet Kaya - Kawkubara Min
wêneyê hunermendî:ê 39 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dr. Ahmet Kaya - Kawkubara Min

Were were kawkubara min
Çavê min li rê qerimî
Îlaca min çareya min
Eşq û şahî herimî

Li alîyê şênê gundê me
Def û dawet gimîn e
Nakim kêfê bêyî te
Dawet li ber min şîn e

Wenda nakim kubra te
Ez rojî me tu fitar
Nabe xewn û mital e
Were kawa mina kubar

Li alîyê şênê gundê me
Def û dawet gimîn e
Nakim kêfê bêyî te
Dawet li ber min şîn e

Helbest: Fêrikê Usiv
Muzîk: Dr. Ahmet Kaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?