wêneyê hunermendî:ê 65 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dr. Ahmet Kaya & Mehmet Akbaş - Şervan

Ça bînim ziman nizanim
Dora min şîn e peyvê min nîne
Ça bînim ziman nizanim
Dilê min şîn e rûyê min nîne
Ax ax berxêm

Xortê mala min ka veke ax ka veke ax çavên xwe
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax pakrewanê min

Bin dara gwîzê veşêrim
Peyvên devê te bixwînim
Bin dara guzê veşêrim
Çekên destê te hilînim
Ax berxêm

Wiha çend salan bidome ax bidome ax bidome
Kobaniya rengîn çend hevalên Şervanê min veşêre
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax rûmeta gelê min
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax xelata dilê min

Gotin û Muzîk: Dr. Ahmet Kaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?