Ebdulqehar Zaxoyî - Hind Nemaye
wêneyê hunermendî:ê 100 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ebdulqehar Zaxoyî - Hind Nemaye

Hind nemaye dê hêyne ve
Ava warî vexuyne ve
Rez û baxan dê têr av deyn
Zevî û şuvan kêlîne ve

Ewan gundên kavil krîn
Rengê jînê lê nîneve
Ew siruda serkeftinan
Dê bêjîn û bêjîne ve

Wan koçer û derbederan
Ewêt belav li hemî deran
Dê zivirînîn welat ava
Jîna azad vejîne ve

Da dijmin hemî bizanin
Warê me Kurdane eve
Me têr avda bi xuyna sor
Lew em hatin zivirîne ve

Zengîla jînê da lêdeyn
Hemî rojê lêdeyne ve
Ew siruda serkeftinan
Dê bêjîn û bêjîne ve

Hind nemaye dê hêyne ve
Ava warî vexuyne ve
Rez û baxan dê têr av deyn
Zevî û şuvan kêlîne ve
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î