Efoyê Esad - Beyazê
wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Beyazê

Derdo qurban wer Beyazê, lo wer Beyazê derdo,
Wey yêtîmê, bejn bilindê, çev belekê, wê qubeqazê, wî li min, wî derdo.
Derdo qurban, Beyaza mi sekinî derî malê, lo mi dinihêrî, li min,
Wî gidîno, Beyaza mi sekinî derî malê, lo mi dinihêrî, derdo,
Wez heyrana çew û burîyê belek lo dêmê gulî derdo.
Derdo qurban, me ne pîkê wî lo, te li pîkê, derdo,
Wezê herim ser qazîkî, ser melekî wî li min,
Ez ê bêjim gelo çira vî emra da, du serê çê naçine lo ser balgîkê wî li min, wê
wî derdo.
Derdo qurban li mi gorî, lo li mi gorî, derdo,
Min xulama çevê belek, eniya gewer, bejna belek, zenda morî, wê li min derdo.
Derdo qurban wer Beyazê, lo wer Beyazê derdo,
Heft xwezila minê bi wî evd û însanî, şevekê şevê payîze, rojekî rojê bihara
nava sing û berê, wê tê da razê, wî derdo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?