Efoyê Esad - Domam (Şîrove 1)
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Domam (Şîrove 1)

De bê domam, gilî gazinê werdeka çêma,
Nizanim, gilî gotinê mi domama mi, kawilê gunda da hîviya kê mam,
Domam domam sed car domam.
De bê domam, mi kurmalê, de bira mala me cînarê mala we bûya,
Wey yêtîmê, de bira mala me cînarê mala we bûya,
Wî de bira orta mala me û we da şûşa guşke pencere bûya,
Bira gilî gazinê min domama mi kawilê gunda da tevî hev bûya,
Bira ev qirpalê kirasê min tune bûya,
Domam domam sed car domam.
De bê domam, wî kurmalê,
De bira sukra bavê te şişkestî bûya, ez ê neçûma taxa wiyalî,
Min ê domama xwe nedîta li vî halî,
Wey malîno, kesekê xwedanî xêra tune, agirekî berde vî gencirî vî qerpalî,
Domam domam sed car domam.
De bê domam, wî kurmalê,
Dilê min jê ma, gul sosinê werdeka çêman,
Nizanim, gilî gazinê mi domama mi, kawilê gunda da hîviya kê man,
Domam domam sed car domam.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?