Efoyê Esad - Hekîmo
wêneyê hunermendî:ê 61 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Hekîmo

Hekîmo, pismamo, delalî mala bavê mino,
Hergî tê vî qedrê mala bavê mi dizanî,
De tê wê melhemekî birînê birîndarê mala bavê mi ra çêkî,
Ji dara darê zeytê, koka darê vê mercanê, de na wele şîrê teyrê bazî.
De na wele şîrê teyrê bazî
Wez ê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwe bikim, mal û halê dinyalikê, zêrê serê
van pîreka,
Hergê qayîlbûna hekîmê mala bavê mi tu nîn e,
Wez ê pêşkêş kim cotê memikê qîzane rûtê tazî, evdal im nemînim,
Hekîmo, malxirabo, birînê birîndarê mala bavê min xedar in, birîn xedare,
Hekîmo, malxirabo, bes e vê sîbê di ser me ra dikî nazî,
Wez ê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwe bikim, mal û halê dinyalikê, sed zêrî,
sed sî pezî,
Hergê qayîlbûna hekîmê mala bavê min tu nîn e,
Wez ê pêşkêş kim cotê memikê qîzane rûtê tazî, evdal im nemînim,
Hekîmo, malxirabo, birînê birîndarê mala bavê min xedar in, birîn xedare,
Hekîmo, malxirabo, hergê tê wê qedrê mala bavê mi dizanî
Were tê wê qutiya dû dermana ji wiyalî hilînî werî viyalî, herê werî viyalî,
Wez ê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwe bikim, mal û halê dinyalikê, zêrê serê
van pîreka.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?