Efoyê Esad - Qazî
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Qazî

O de qazî, qazî, qazî,
Kurmal, te li çava birû çende,
Wey yêtîmê, te li çava birû çende,
Stêr derketine mêzî, têne berî bende,
Gelo, malî û gundîno, sing û berê qaziya min wisan e,
Mînanî kaxizekî meriv bide destê dozde pîra, sêzde kala, çarde qîza, pazde
xorta,
Şevekê şevê çiliya, rojekê rojê bihara, dike nake nayê xwendin qazî.
Were wey lê yêtîmo gede,
Wez ê ne qaz im qazekî qubeqaz im,
Tê wê tu nifira nefsa canê min canikê nekî,
Wez ê canikeke te ra canê ber miraz im.
Ne mînana qîza nema okula okulbazê, qazî okulbazê,
Were na wele dîsa rojê bîst pênc carê mînanî te têne derê mala bavê min
mehrûmê,
Mi dikirin, mi dixwazin qazî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?