Efoyê Esad - Şîrîn Şêxê
wêneyê hunermendî:ê 14 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Efoyê Esad - Şîrîn Şêxê

Were hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê şîrîn şêxê,
Şîrîn şêxê, tu van kona lê çi digerî,
Way êtîmê, tu van kona, li min yar yar, çi digerî,
Were, çi digerî dawetê me penî gîzma, bextê mi ra dikî lê aveherî.
Şîrîn şêxê, kaniya gundê me çirik e,
Wî lê dînê, kaniya gundê lê yar yar, me çirik e,
Were çirik e, wez merûmê Xwedê hetanî çûme welatê xerîba xerîbistanê, zi-
virîm hatim,
Destê şêxa mi girtiye dane kotî şindokê mêrayî kinik e,
Şîrîn şêxê, zerîyê gundê me meşiyane avê,
Lê dînê, zerîyê gundê me meşiyane avê,
Bejnbilinda lê xwe da pêşîyê,
Kinika xwe da paşîyê,
Qemera minê şermoke bû gelo çima xwe da navê,
Were xwe da navê,
Wez merûmê Xwedê hetanî rojekî xweş bim darê dinyayê,
Paşî Şîrin şêxa xwe nadime zeriya tu silavê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?